Wezîrê Fransayê yê ji bo Ewropa û Karên Derve Jean-Noel Barrot piştî hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê û nûnerê taybet yê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê, bi fermandarê gitşî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî re axivî.
Wezareta Karên Derve bi daxiyaniyekê eşkere kir ku gotûbêj di çarçoveya amadekariyên hevdîtên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û nûnerên Hikmûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê de, pêk hat.
Wezaretê da zanîn ku dê herdu alî bi beşdariya Fransa û Amerîkayê awayên pêkanîna peyaman 10’ê Adarê nîqaş bikin.
Wezîrê Fransayê tekez kir ku ew piştgiriyê didin çareseriya siyasî li Sûriyê û beşdariya xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêvajoya siyasî re.
Her wiha tekez kir ku divê mafên Kurdan werin parastin.


