Li Bedlîsê yê bakurê Kurdistanê, nêzî heft sal in bênavber dar tên birîn.
Ji bo ku dar careke din şîn nebin jî, kokên wan bi makîneyên kar ji erdê derdixin.
Şirketên mezin bi destûra dewletê tirk derbasî daristanên herêma Bedlîsê dibin û daran dibirin.
Piştî ku daristan talan kirin, qedexe li wê herêma çiyayî hat ragihandin.
Ji sedî 40 qadên daristanan hatine tinekirin.
Li navçeyên Xîzan, Tûx û gundê Oleka Jor ên Bedlîsê, ji ber birîna daran ji sedî 40 qadên daristanê hatiye talankirin.
Gundî dibêjin ku birîna daran bi destûra dewletê dest pê kir û tevî qedexeyê jî şirketên mezin daran dibirin.
Şirket bi destûra dewletê bazirganiyê bi darên birî dikin.
Ji ber vê yek qadên şînahî her diçe kêm dibin.
Ev talan bi wêneyên stalaytê jî bi zelalî tê dîtin.
Gundiyên ku li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan didin, dibêjin ku birîna daran pêşî ji aliyê dewletê ve hatiye destpêkirin, lê piştî ku şîrketên kar ketin qadê, tevî qedexeya walîtiyê jî birîna daran berdewam kirin.
Li Bedlîsê 40% ji daristanan hatine birîn
Li Bedlîsê birîna daran ji sala 2018’an ve li Xîzanê destpêkirin û paşê li gundên Şêx Cûma, Oleka Jor û Oleka Jêr berdewam kirin.
Gelek qad hatin talankirin, quntarên çiyayan bi temamî rût man û ji bo makîneyên kar rê hatin vekirin.
Di van salên dawî de li Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de li gelek bajaran birîna daran û şewatên daristanan zêde bûye.
Di nava van bajaran de Şirnex, Colemêrg û Bedlîs di rêza yekemîn de tên.



