6’ê adarê li Perava Sûriyê bi hezaran elewî ji aliyê çekdarên xwe dispêrin hikumeta veguhêz a Sûriyê hatin kuştin û revandin.
Malpera lekolin.org eşkere kir ku ewleiyên revanî li 2 navendên îşkenceyê yên li Humsê hatine ragirtin.
Hate diyarkirin ku komên Lîwaya 400’an, Seraya Ensar El Sunne, Sultan Suleyman Şah, Artêşa Îslamê, Ehrar El Şam, El Hamzat û partiya Îslamî ya Tirkistana Rojhilat tev li êrişan bûn.
Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de got ku li Lazkiye, Tertûs, Hema, Hums, Şam û Helebê 38 jin û zarokên keç ên Elewî hatine revandin
Hat destnîşankirin ku hejmara jin, zarok û mêrên hatine revandin 100 derbas kiriye û ji sedî 20’ê wan bi îşkenceyê hatine kuştin.



