Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî got ku ew ê hevkariya xwe li gel Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê dewam bikin û aramiyê li tevahiya Sûriyê cî bi cî bikin.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xyê, spasiya General Kevin Leahy kir û pêşwazî li Genrela Kevin Lempart ku bû fermandarê Koalîsyonê kir.
Ebdî di heman nivîsa xwe dibêje ku pêdivî bi xurtkirina hevkarî û kordîneyê heye û piştrast kir ku ew ê hevkariya li gel Koalîsyonê di şerê DAIŞ’ê û ji bo aramkirina tevahiya Sûriyê dewam bikin.



