Di salvegera 12`emîn a şehadeta têkoşer û mamosteya zimanê Kurdî Viyan Amara (Sîvîm Kaya) de, li Kobanî û Helebê merasîmên bîranînê hatin li dar xistin.
Şêniyên kantona Firatê û bajarê Helebê şehîd û mamostaya zimanê Kurdî Viyan Amara di salvegera şehadeta wê ya 12’emîn de bi bîr anîn.
Li Kobanê, Rêveberiya Perwerdehiyê ya kantona Firatê merasîmeke bîranînê li Navenda Perwerdehiyê ya Şehîd Dîcle ya başûrê bajêr li dar xist.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Perwerdeyê Ednan Hesen axivî û diyar kir ku şehîd Viyana xwe mamosteya destpêk û dawî didît, baweriya xwe bi girîngiya nasname û perwerdeyê dianî û dema ku rewş pêwîst dikir, bêyî ku dev ji mîsyona xwe ya perwerdehî berde, çek hildigirt.
Li Helebê, bi amadebûna xwendekar, Desteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li goristana Şehîdên Berxwedanê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.



