Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê Hemîd Muradî yê ku şeva 25’ê Tîrmehê li çiyayên Sine yê Rojhilat ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da,bi daxuyaniyekê bi bîr anî .
KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Hemîd Muradî ji bo ku xweza û daristanên welatê wî neşewitin, canê xwe feda kir.
Komîteya Ekolojiyê di daxuyaniyê de ji malbata Hemîd Muradî re sersaxî û ji birîndaran re şifa xwestin û wiha anî ziman:
“Di salên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê hem bi encamên polîtîkayên dewletê, hem jî ji aliyê kesên rantxwar ve gelek caran şewatên daristanan çêdibin.
Li hemberî van şewatên daristanan jîngehparêzên Rojhilatê Kurdistanê her tim di nav tevger û têkoşînê de bûn.
Ev sekneka Hemîd Muradî jî dekneke pir bi rûmet û bi nirx eji ber têkoşîna jîngehî têkoşînek welatparêziyê ye.
Weke Rêber Apo dibêje welatparêziya herî bi wate jîngehparêziya welat e.
Ji ber vê yekê jî em Hemîd Muradî wek şehîdê têkoşîna jîngehparêziya Kurdistanê dibînin. “



