Li bajarê Qamişlo rojê derdora 320 ton çop derdikeve, lê Şaredarî jî bi 37 wesayitan nikare ji bin vî barî derkeve.
Welatî bi gazincin, lê di nava civakê de pêşneketina ferasta paqijiyê jî karê Şaredariyê girantir dike.
Ev rewşa li bajarê ku binesazî û plansaziya wê li gorî 40 sal berê hatiye çêkirin, dibe sedema pirsgirêkên jiyanî.
Welatiyan diyar kirin ku ji ber kombûna çopê gelek zirar digihêje wan û nexweşî bi wan re çêbûne .
Her wiha desnîşan kirin ku paqijî tenê erka şaredariyê nîn e, erka tevahiya civakê ye.
Endamê Rêveberiya Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Qamişlo Mehdî Eqîldi jî derbarê mijar axivî û da zanîn ku divê welatî jî alîkariya wan bikin, çopên xwe bê serûber ne avêjin kolanan.



