Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat Kuştin.
Li gorî Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, roja 25’ê Tîrmehê kolberekî Kurd bi navê Berzan Salihî (38) yê xelkê bajarê Bane, li devera sinorî ya Seyranbend ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kuştin.
Hat gotin ku hêzên rejîmê bêy ku pêşwext koma kolberan agahdar bikin, gule li wan barandine û di encamê de Berzan Salihî yê bavê 3 zarokane jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber siyaseta rejîma Îranê ya birsîkirin û bêderfetiyên kar, beşek ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji neçarî karê kolberiyê dike.
Rojane li ser sinorên ku dijminan di nava Kurdan de xêzkirine, ji aliyê hêzên rejîma Îranê, hinek car jî ji aliyê Tirkiye û Iraqê ve tên gulebarankirin.



