Alîkariyên Rêveberiya Xweser hîn li benda erêkirina hikumeta veguhêz a li Sûriyê ne da ku biçin Siwêdayê.
Di rewşa krîza mirovî ya li bajarê Siwêdayê û xirabûna şert û mercên jiyanê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva daxwazên niştecihan da û amadebûna xwe ji bo şandina alîkariyê ragihand.
Li gorî Desteyê, tevî ku karwan hatine amadekirin û qediyane jî, alîkarî di depoyan de li benda korîdorek mirovî ya ewle ne ku bigihîje Siwêdayê.
Hikumeta veguhêz a li Sûriyê hîn jî bersivek ji bo birêketina alîkariyan ber bi Siwêdayê ve neda ye.
Rêveberiya Xweser, bi rêya Têkiliyên Derve û Meclîsa Rêveber, hewlên xwe ji bo dabînkirina derbasbûna ewle ji bo konvoyan û misogerkirina gihîştina wan a bê asteng bo kesên mexdûr didomîne.
Rêveberiya Xweser a demokratîk diyar kir ku ev gav di çarçoveya erkê wê yê mirovî û hevgirtina neteweyî de tê.,



