Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş derbarê komîsyona ku wê di çarçoveya çareseriya pirgirêka Kurd de li meclisê bê avakirin de diyar kir wê komîsyon serê meha tebaxê dest bi xebatan bike.
Serokê Meclisê îtiraf kir ku ji sed salên komara Tirkiyê 50 salên wê bi şer derbas buye, bi deh hezaran kes mirine û 2 trîlyon dolar jî ziyana aborî lê buye.
Kûrtûlmûş derbarê komîsyona ku wê di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de li meclisê bê avakirin de jî got;
“Bi beşdarîya hemû partiyên siyasî li ser navê gel, ji bo pêkanîna sererastkirinên siyasî û hiqûqî me komîsyon avakir. Em ê di serê meha tebaxê de xebatên vê komîsyonê bidin destpêkirin.
Ev komîsyon wê di nava demeke kurt de, di mijara demokratîkbûna Tirkiyê de niqaşan bike, xebatan bimeşîne û bîryaran bigire. Bi piştgiriya gel em ê di demeke kurt de vê pêvajoyê temam bikin.”



