Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk serçeteyekî DAIŞ’ê li Dêra Zorê zeft kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê eşkere kir ku vî serçeteyî xwe amade dikir da êrişan pêk bîne, lê hat girtin.
YPG’ê got ku Tîmên Operasyonên Leşkerî di 20’ê tîrmehê de, bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî, serçeteyê bi navê Ehmed El-Teleb girt.
Li gor daxuyaniyê, ev sereçete berpirsê şaneyên DAIŞ’ê û amadekirina teqemeniyan e û armanc dikir êrişan li dijî sivîl û hêzên ewlekariyê pêk bîne.
Her wekî, di dema mayînek amade dikir, hat girtin.



