Li Brezîlyayê ji ber bagerê heta niha 30 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Pergala parastina sivîl a Brezîlyayê ragihand ku li eyaleta Minas Gerais a li başur rojhilatê welêt, hejmara kesên ku ji ber bagerê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 30 kesî.
Ji roja pênşema borî ve li başurê Brezîlyayê bager tevî barana xurt berdewam e û bêhtirî 3 hezar û 500 kesî ji ber vê rewşê malên xwe hiştine û derbeder bûne.