Zêdetirî hefteyekî di navbera Tayland û Kamboçyayê şer rû dide.
Ji ber şerê domdar gelek welatan banga rawestandina şer kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump zext li her du aliyan kir ku danûstandinan bikin.
Piştî vê hişyarê îro her du alî ji bo danustandin û agirbestê civiyan.
Tayland û Kamboçya piştî pevçûna ku hefteya borî dest pê kir, li hev kirin ku li Malezyayê li ser maseya danûstandinan bicivin.
Biryara her du welatan piştî zexta Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo agirbestê hat.
Trump roja Şemiyê bi her du lîderan re bi telefonê axivî û got heya ku şer bi dawî nebe, Amerîka dê li ser kêmkirina bacên ji sedî 36 ên ku li ser Tayland û Malezyayê hatine sepandin danûstandinan neke.
Zexta Trump bo agirbesta Tayland û Kamboçyayê
Taylandê ragihand ku ew ê nûnerê Serokwezîrê xwe bişînin danûstandinan û li gorî agahdariya ji Malezyayê hatî wergirtin, Kamboçyayê jî Serokwezîrê xwe bişîne.
Kamboçya, ku artêşa wê ji ya Taylandê qelstir e û di pevçûnê de hem erd û hem jî çek winda kiriye, berê agirbest pêşkêş kir.
Serokwezîrê Kamboçyayê Manet piştî axaftina bi Trump re got:
“Min ji Trump re eşkere kir ku Kamboçya ji bo agirbestek tavilê û bê şert û merc amade ye.”
Ji ber şer li her du welatan xelk malê xwe terikandin
Di pevçûnên ku di 24’ê Tîrmehê de dest pê kirin de herî kêm 33 kes, di nav wan de sivîl û leşker jî hebûn, hatin kuştin, û bi hezaran kes li her du welatan neçar man ku ji malên xwe birevin.
Taylandê jî Kamboçya bi gulebarankirina deverên sivîl tawanbar kir.
Kamboçyayê, di berdêla xwe de, Tayland bi karanîna teqemeniyên komî tawanbar kir.
Ev teqemenî li gelek welatan ji ber kapasîteya wan a kuştina bêserûber qedexe ne. Taylandê bersiv neda îdiayan.
Bangên ji bo bidawîanîna pevçûnan zêde dibin
Li aliyê din gelek welatan banga bidawîanîna şer kirine.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott banga aştiyê kir û got:
“Em ji ber zêdebûna tundiyê li ser sînorê Tayland-Kamboçyayê bi fikar in.”
Çîn jî hêvî kir ku her du alî jî bi diyalog û şêwirmendiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Awistralya, Yekîtiya Ewropî û Fransa jî banga aştiyê kirin.
Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet ji encumenê re nivîsand û banga bidawîanîna “êrîşa Taylandî” kir.
Şerê Tayland û Kamboçyayê çawa derket?
Nakokiya di navbera her du welatan de vedigere dema ku Fransa di sedsala 19’an de êrîşî Kamboçyayê kir û sînorên wan dest pê kir.
Di salên borî de ji her du aliyan ve pevçûn çêbûn, hem leşker û hem jî sivîl hatin kuştin.
Piştî ku leşkerekî Kamboçyayî di pevçûnekê de di Gulana 2025’an de hat kuştin, alozî zêde bû.
Piştre têkiliyên dualî daketin asta herî nizm a dehsalan.



