Wekîla Serokatiya Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir wan ji bo xebatên komîsyona li meclisê navên endamên partiya xwe diyarkirine û anî ziman divê rojeva komîsyonê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê be.
Wekîla Serokatiya Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê de derbarê avakirina komîsyona meclisê ya di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de axivî.
Gulistan diyar kir wan navên endamê partiya xwe yên komîsyonê diyar kirine û anî ziman ew, Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûç û Cengîz Çîçek wê di komîsyonê de bixebitin.
“Divê navê komîsyonê li gorî aştî û demokrasiyê be”
Gulistanê têkildarî navê komîsyonê jî rexne li desthilatê kir ku pêvajoyê weke “Tirkiyeya bê teror” bi nav kiriye û da zanîn ew li djî vê yekê ne û got;
“Divê pêvajo li ser pênaseyên teror û polîtîkayên ewlekariyê neyê bi navkirin. Li şûna vê divê pênaseyên ku aştî û civaka demokratîk esas digirin bê kirin.”
Her wiha diyar kir divê xebatên komîsyonê danekeve asteke teknîkî û got,
“Divê tenê li ser mijara çekdanînê nesekine. Divê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê bixe rojeva xwe.”



