Koma Awazên Çiya yê ku bi hunera çiyayan di dilê gel de cih girtiye, di demekê nêz de wê albûmekê nû biweşîne.
Endamên komê, anîn ziman ku têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe.
Hunera ku li çiyayên Kurdistanê derdikeve holê bi dehan sal in di dilê gelan û bi taybetî jî dilê gelê Kurd de wateyekî kûr û girîng dihewîne.
Yek ji wan koman ê ku bi hunera xwe di dilê gel de cih girtiye Awazê Çiya ye.
Endamên Awazê Çiya kelecanê albûma xwe yên nû dijîn û van hestên xwe parve kirin.
Têkoşîn Cudî ya ku endama komê ye, derbarê albûma xwe ya nû de agahî da û got:
Piştî xebatê me yê bi navê destana PKK’ê em albûmekî ku dixwazin diyarî gelê xwe, herkesê ku di nav vê têkoşîna azadiyê de cih girtî û dixwazin vê berxwedanê mezin bikin, amade dikin.
Em dixwazin têkoşîn, berxwedan, nirxên azadiyê, civaka nû, civaka sosyalîst û demokratîk; bi riya hunerê û hilberînê bi gelê xwe re parve bikin.
Endamê koma Awazê Çiya Seyît Riza, jî derbarê albûma nû de axivî û wiha anî ziman_
Li ser vê albûmê em demeke dirêje dixebitin.
Di vê pêvajoyê de Rêber Apo rolekê pir aktîf dilîze.
Ev ji bo me rûmeteke mezin e. Ji ber vê em albûma xwe diyarî Rêber Apo, gelê xwe û hemû hevalên ku di qadan de têdikoşin dikin.



