3’ê Tebaxê salvegera 11’emîn a fermana Şengalê ye.
Bi pêşengiya Şaredariya Gel a Şengalê, li Korîdora Mirovî ya ku ji sedhezaran Êzidî re bû rêya rizgariyê, şehîdên fermana 2014’an bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.
Daxuyanî ji aliyê Berpirsê Şaredariya Gel a Şengalê Xwedêda Ilyas û Hevseroka Şarederiya Gel a Xanesorê Mariya Şengalî ve hate dayîn.
Hevseroka Şaredariya Gel a Xanesorê Mariya Şengalî anî ziman ku ew weke Şaredariya Gel a Şengalê ji bo bîranîna fermana Şengalê amade ne û got:
”Em her sal bîranîna şehîdan li vê derê çêdikin, ji ber ev rê rêya rizgariya Êzidiyan bû.
Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Ilyas jî ji bo ferman û berxwedana Şengalê ev nirxandin kir:
”11 sal derbas bûn, birînên me her sal vê çaxê nû dibin.
Heya roja îro hikumeta Iraqê ji bo Şengalê tiştekî ava nekir.
12 hezar pêşmerge terka gelê Êzidî dan, 52 hezar hêzên Iraqî bûn, saetek li ber xwe nedan.
Civaka ku hêz û qeweta wan nebe wê di komkujiyan re derbas bibin.



