Şewatên ku ji ber germbûna gerdûnî derdikevin û bandorê li gelek deverên cîhanê dikin, dibin sedema windabûna daristanan.
Di navbera salên 2001 û 2024’an de bi tevahî 152 milyon hektar erdê daristanî ji ber şewatên li çar aliyê cîhanê tune bûne.
Daristanan ji ber bilindbûna germahiyê ku ji ber germbûna gerdûnî û bi piranî ji ber xemsariya mirovan çêdibe, zirarên girîng dibînin.
Lez û berfirehiya şewatên daristanan ên berfireh, nemaze li welatên Başûrê Ewropayê, ji ber guherîna avhewayê gihîştine astên xeternak.
Li gorî daneyan şewatên daristanan ên ku ji destpêka salê ve li welatên Yekîtiya Ewropayê derketine, heta 29’ê Tîrmehê 292 hezar û 855 hektar şewitîne.
Ev windahî di vê heyamê de li gorî heman heyama par ji du qatan zêdetir bûye.
Di 6 mehên dawî de li welatên ye hezar û 339 şewat derketin
Di navbera 1’ê Çile û 29’ê Tîrmehê de, li welatên Yekîtiya Ewropayê hezar û 339 şewat derketin.
Hejmara navînî ya şewatan di navbera salên 2006 û 2024’an de 597 bû.
Di sala 2024’an de, 900 şewatên daristanan çêbûn.
Di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de, Romanyayê zêdebûna herî mezin a windabûna qadê ji ber şewatên daristanan dît.
Îsal, li welêt qada ku ji ber şewatên daristanan zirar dîtiye li gorî sala borî ji pênc qatan zêdetir bûye û ji 123 hezar hektarî derbas bûye.
Bîlançoya giştî yên şewatên daristanan li seranserî cîhanê
Li Îtalyayê, qada ku ji destpêka salê ve ji ber agirên daristanan zirar dîtiye li gorî heman pêvajoya sala borî hema hema du qat zêde bûye û gihîştiye 34 hezar 18 hektarî.
Li Fransayê, qada ku di vê heyamê de ji ber şewatên daristanan şewitiye li gorî sala borî du qat zêde bûye û gihîştiye 23 hezar û 471 hektarî.
Di demekê de ku şewatên daristanan di heman heyama sala borî de li Almanya 280 hektar erd zirar dane, îsal 4 hezar û 969 hektar ji şewatan bandor bûne.
Şewatên îsal li Spanyayê 35 hezar û 923 hektar, li Yewnanistanê 18 hezar û 360 hektar û li Portekîzê jî 10 hezar hektar şewitandiye.
Şewat her ku diçe zirarê didin deverên li Îrlanda, Awistirya, Belçîka, Danîmarka, Fînlandiya, Macaristan, Swêd û Hollandayê.
Heta 29’ê Tîrmehê, şewatên daristanan li welatên Ewropî yên li derveyî Yekîtiya Ewropayê 536 hezar hektar zirar dane.
Şewatên daristanan li Rûsya û Kanadayê jî zêde dibe
Her wiha welatên ku deverên daristanî yên berfireh hene wekî Rûsya, Brezîlya, Kanada, Avusturalya û Amerîkayê di nav wan welatên ku herî zêde bandor bûne de ne.
Di navbera salên 2001 û 2024’an de bi tevahî 152 milyon hektar erdê daristanî ji ber şewatên li çar aliyê cîhanê tune bûne.
Li gorî daneyan, Rûsya, welatê herî mezin ê cîhanê li gorî mezinahiya erdnîgarî, ji sala 2001’an heta 2024’an salane bi navînî 2.6 milyon hektar erdê daristanî winda kiriye.
Di sala 2001’an de, 1.16 milyon hektar erdê daristanî bandor bûye, û par, 4.11 milyon hektar erdê daristanî şewitiye.
Li Kanadayê, salane bi navînî 1.86 milyon hektar erdê daristanî ji ber şewatan zirarê dibîne.



