Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qezayek pêk hat, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera bajarên Qamişlo û Amûdê de 2 erebe li hev qelibîn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Heyva Sor a Kurd berê xwe dan cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Qamişloyê.
Li gorî Rêveberê Nexweşxaneya Sûriyê ya Texesusî ya li Qamişloyê Yûsiv Yaqûb, kesê bi navê Ehmed Yûsif Murad yê 33 salî yekser jiyana xwe ji dest daye û herdu birîndarên din jî li Nexweşxaneyê tên dermankirin.



