Ji bo birêxistinkirina karê komînan û zêdekirina rola jinan di nava komînan de, li Amûdê û Girkê Legê civîn hatin lidarxistin.
Di çarçoveya rêzecivînên birêxistinkirina komînan de, li Amûdê û Girkê Legê yên kantona Cizîrê 2 civîn hatin lidarxistin.
Li Amûdê, civîn li navenda PYD’ê bi beşdariya hevserokên jin û endamên rêxistinên civaka sivîl bi rê ve çû. Li Girkê Legê jî civîn li buroya Sendîkaya Karkeran a li Rimêlanê hate lidarxistin. Li wir jî rêveber û hevserokên komînan beşdar bûn.
Di civîna li Amûdê de endama endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Cizîrê Newroz Xelîl li ser rewşa heyî ya herêmê axivî û bal kişand ser mekanîzmaya birêxistinbûna komînan.
Newroz Xelîl di berdewama axaftina xwe de jî bal kişand ser rola jinan di komînan de û behsa peyamên dawîn ên Rêber Abdullah Ocalan kir ku balê dikişînin ser rola komînan.
Di berdewama civînê de endama Koordînasyona Kongreya Star Hemîde Ferman jî axivî û destnîşan kir ku dem hatiye komînên jinan jî baş werin aktîfkirin û got: “Ji bo avakirina civakeke demokratîk aktîfkirina komînan bi giştî û komînên jinan gelekî girîng e.
Em dibînin li herêmên din ên Sûriyeyê bi hezaran jin rastî binpêkirinan tên. Ev zêdetir me mecbûrî xwe birêxistinkirinê dike.”
Di civîna li Girkê Legê de jî endama Kongra Star Sozdar Qasim axivî û diyar kir ku divê rola jinan di nava komînan de zêdetir were aktîfkirin. Sozdar her wiha bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di nava komîte û saziyên têkildar re de bigirin û rola xwe ya pêşxistina sîstema komînan bi cih bînin.
Di dawiya her du civînan de, beşdarên civînan nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ser ziman. Her wiha çavdêrî û pêşniyarên her du civînan, bi armanca pêşxistina mekanîzmayeke xebatê ya berfireh a rola jinan di sîstema komînan de, hatin belgekirin.



