Li bajarokê Xebat a ser bi Hewlêrê welatiyan li dijî nebûna xizmetguzariyan xwepêşandan lidarxistin û rêya sereke ya Musil-Hewlêrê li trafîkê girtine.
Îro xelkê bajaroka Xebat a ser bi Hewlêrê li dijî nebûna xizmetguzariyan, xwepêşandanek lidarxistin.
Welatiyan rêya sereke ya Musil-Hewlêrê li trafîkê girtine, bi sedan wesayîtên barhilgir li ser rê sekinîne.
Welatiyên tevlî xwepêşandanê bûne, diyar kirin ku wan ji ber rewşa xirab a xizmetguzariyê xwepêşandan li darxistine.



