DYA’yê zarokek ji kampeke malbatên çeteyên DAIŞˊê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerand û bang li dewletan kir ku welatiyên xwe vegerînin.
Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) duh ragihandibû ku welatiyekî amerîkayî (zarokek) ji kampeke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerandiye welatê wî.
Wezaretê agahiyên der barê çawaniya birina wî yan jî navê kampa ku ew tê de bû, eşkera nekirin.
Di daxuyaniyeke xwe ya fermî de wezaretê diyar kir ku nêzî 30 hezar kes ji 70 welatan di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hene û piraniya wan zarokên kêmî 12 saliyê ne.
Wezaretê diyar kir ku çareseriya mayînde li hember krîza van kampan ew e ku dewlet welatiyên xwe bibin û divê demildest aliyên navneteweyî ji bo çareserkirina rewşa mirovî û sînordarkirina metirsiyên ewlehiyê, tev bigerin.



