Li Japonyayê germahî her ku diçe zêde dibe.
Li gorî Japan Times, germahiya bilind bandorê li gelek bajarên Japonyayê dike.
Germahî li Tanba, Parêzgeha Hyogoyê gihîşt 41.2 pileyê, ku asta herî bilind a dîroka welêt nîşan dide.
Bi vî awayî germahî ji 41.1 pileyê ya ku di salên 2018 û 2020’an de hatibû tomarkirin derbas bû, ku wekî germahiya herî bilind a ku li welêt hatiye tomarkirin tê hesibandin.
Di heman demê de, rayedaran ragihandin ku hefteya borî ji 5 hezar zêdetir kes li seranserê welêt ji ber nexweşiyên têkildarî germê rakirin nexweşxaneyê.
Rayedaran hişyarî dan ku pêla germê dikare bi rojan bidome û ji welatiyan xwestin ku li dijî germê tedbîran bigirin.
Li Koreya Başur ji ber germahiya zêde 13 kes mirin
Her wiha li gorî nûçeya Yonhapê, hewaya germ bandorek neyînî li ser jiyana li Koreya Başûr dike.
Ajansa Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr (KDCA) ragihand ku ji meha Gulanê vir ve bi tevahî 2 hezar û 768 kesan ji bo nexweşiyên têkildarî germahiyê serî li xizmetên lezgîn dane.
Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku 13 ji van kesan mirine.
Li gorî heman demê sala 2024’an, hejmara nexweşan bi qasî 2,6 qat zêde bûye, û hejmara mirinan ji sê qatan zêdetir bûye.
Di vê navberê de, hişyariyên germahiyê li gelek herêmên welêt di meriyetê de ne.
Hişyarî hene ku pêla germahiyê li welêt dê di rojên pêş de hîn dijwartir bibe.
Portekîz û Spanya bi şewatên daristanan re têdikoşin
Li aliyê din şewatên daristanan li seranserî cîhanê dewam dikin.
Li Portekîzê ji ber ku gelek agirên daristanan li herêmên wê yên bakur û navendî berdewam dikin, hişyariya bilind hat dayîn.
Li gorî rojnameya welêt, Desteya Parastina Sivîl a Neteweyî bi 132 agahdarkirinê hejmara herî zêde ya alarmên şewatên îsal ragihand.
Nêzîkî 2 hezar û 700 agirkuj, bi piştgiriya 29 balafiran, ji bo kontrolkirina agir dixebitin.
Ji ber şewat li hin deveran fermana valakirinê hatiye dayîn û birîndar hene.
20 kes, di nav de 14 agirkuj, ji hêla tîmên agirkujiyê ve hatine dermankirin.
Rayedaran ragihandin ku hin agirên ku berê hatibûn kontrolkirin ji ber germahiya bilind û bayên bihêz dîsa derketine holê.
Li Spanyayê, ku tê payîn ku germahî vê hefteyê bigihîje 40 pileyê, rayedaran jî li ser xetera agir hişyarî dane.
Ji îro sibê ve, ekîb bi 161 leşker û 59 wesayîtan bi şewatê re têdikoşin.
Piştgiriya hewayî jî tê peyda kirin da ku belavbûna agir were şopandin û bersiv were dayîn.
Di şewata ku li herêma Caceres derket de, bi qasî 200 kes ji çend gundan hatin derxistin, û 180 kes ji bo vemirandina agir dixebitin.



