Di tetbîqatên leşkerî yên hêzên Îsraîlê de kesek ji gundê Meiriye yê li rojavayê Derayê bi guleya hêzên Îsraîlê birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên xwecih, dema hêzên Îsraîlê yên li baregeha El Cezîre ya li bakurê Meiriye yê rojavayê Derayê tetbîqatên leşkerî dikirin, welatiyek li geliyekî nêzî gund bû, bi guleyan birîndar bû.
Bi vê yekê, welatî rakirin nexweşxaneyê.
Piştî bûyerê, li ser herêmê helîkopterên Îsraîlê digerîn, hemwextî wê erebeyên leşkerî yên Îsraîlê ber bi herêmên Colanê ve çûn.
Duh, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kiribû ku li ser gelek deverên parêzgeha Derayê balafirên şer digerin.
Her wiha li gundewarên başûrê Quneytîrayê heta bi Hewd Yermûk balafirên keşfê digerîn.



