812 penaberên iraqî ji kampa Holê derketin û ber bi xaka Iraqê ve diçin.
Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekarîiyê-Penabaran a Parlamentoya Iraqê de, îro komeke din a malbatên iraqî yên li kampa Holê, ji kampê derket. Ev kom ji 812 kesan (233 malbat) pêk tê.
Ji destpêka îsal ve ev koma 11ˊan a iraqiyan e ku ji kampê derdikeve. Lê ji destpêka derxistina malbatên iraqî ji kampa Holê û şandina ber bi welatê wan ve ev koma 28ˊan e ji kampê tê derxistin.
Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye. Di kampê de nêzî 13 hezar iraqî, 15 hezar sûriyeyî û 6 hezar û 385 malbatên çeteyên DAIŞˊê hene.



