Rêveberiya Kampa Roj a li Dêrikê 15 malbat ku ji 67 kesan pêk tên pêk tên, ji kampê derxist û ber bi warê wan Iraqê ve bi rê kir.
Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê-Penabaran a Parlamentoya Iraqê de, 15 malbatên iraqî (67 kes) ji Kampa Roj a li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê hatin derxistin û ber bi Iraqê ve hatin şandin.
Piştî tedbîrên ewlehî û rêveberî yên guncaw, wek kontrolkirina dosyayan û nirxandina rewşa qanûnî ya her kesî, erebeyên taybet ji bo veguhastina malbatan hatin amadekirin û ber bi Iraqê ve hatin birêkirin.
Di 11ˋê Sibatê de 44 malbatên iraqî wek koma destpêkê ber bi Iraqê ve hatibûn şandin û 15 malbatên îro hatine şandin jî koma duyemîn e.
Kampa Roj di 24ˊê Hezîrana 2015ˊan de li bajarê Dêrikê hat avakirin. Di kampê de hejmarek zêde a malbatên çeteyên DAIŞˊê ku piranî ji welatên Ewropayê ne, hene, li kêleka wê jî iraqî û sûriyeyî jî di kampê de hene. Serjimara kampê de 2 hezar û 664 e (861 malbat).



