Di protestoyên li Angolayê ên li dijî kêmkirina alîkariyên sotemeniyê ên hikumetê de 22 kes mirin nêzî 200 kes jî birîndar bûn.
Li welatê Afrîka Angolayê piştî bîryara hikumetê ya kêmkirina alîkariyên sotemeniyê protestoyan destpêkir.
Protestoyan li paytext Luanda bi grevên teksiyan dest pê kir û ev çend roj in dewam dikin.
Çalakî li tevahiya welat belavbûn û bû sedema şer û talankirinê.
Wezîrê Karên Hundir yê Angolayê Manuel Homem ragihand ku di çalakiyan de herî kêm 22 kes mirine û nêzî 200 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê polîsan jî eşkere kir tenê di nava sê rojan de zêdeyî hezar 200 kes hatine binçavkirin, nêzî 70 kargeh û bi dehan wesayît hatine rûxandin û gelek market û depo jî hatine talankirin.
Her wiha xwepêşanderan rê li hatin û çûyînê girtin, lastîkên wesayîtan şewitandin û banga îstifayê li Serokomar Joao Lourenço kirin.



