Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de bi dawî nabe.
Îran dibêje beriya ew dest bi danûstandinan bikin divê Amerîka ziyana şerê 12 rojan pêşwazî bike.
Amerîkayê jî paketa herî mezin ya pêkanîna cezayan ya li ser Îranê xiste meriyetê.
Ragêşiya di navbera Îran û Amerîkayê de dewam dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî derbarê danûstandinên nukleerî de ji medya Rojava re axivî.
Eraqçî: Divê Amerîka ziyana şerê 12 rojan pêşwazî bike
Eraqçî diyar kir rêveberiya Tehranê helwesta xwe ya ji bo, ji nûve danûstandinên bi rêveberiya Trump re hişk kiriye û şertên nû diyar kirine.
Eraqçî destnîşan kir Amerîka beriya danûstandinên nukleerî dest pê bikin divê ziyana şerê 12 rojan pêşwazî bike û wiha got,
“Dema danûstandin dihatin kirin êrişî Îranê kirin. Divê garantiya wê bidin ku di pêşerojê de ev êriş dubare nebin. Em ji wan li benda gavên pê bawer in.”
Her wiha da zanîn heta ku Trump daxwaza nedewlemendkirina ûranyûmê ji Îranê bixwaze wê lihevkirinek pêk neyê û got,
“Vê gavê ji bo danûstandinên bi Ewropiyan re ti sedemek tune ye. Lewra ne dikarin pêkanînan rakin û ne jî dikarin tiştekî din bikin. Eger mekanîzmaya vegerandina pêkanînan çalak bikin wê ev yek ji bo wan bibe dawiy rê.”
https://t24.com.tr/haber/iran-abd-nukleer-muzakere-oncesi-12-gun-suren-savasin-zararini-karsilamalidir,1252828
Amerîkayê paketa herî mezin a pêkanînên li dijî Îranê xist meriyetê
Li aliyê din Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump paketa herî mezin ya pêkanînan xisitiye meriyetê.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ev mijar bi daxuyaniyeke fermî ragihand.
Hat ragihandin pêkanînên nû zêdeyî 50 kes û dezgehên girêdayî Hisên Şamhanî ku kurê şêwirmendê Elî Xamneyî, Elî Şamhanî ye dike armanc.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got, “Îro zêdeyî 115 pêkanînên ku ketin meriyetê ên herî mezin yên kampanyaya Rêveberiya Trump a li dijî Îranê ye. Ev tedbîr, elîtên rejima Îranê ku gefê li ewlekariya Amerîkayê dixwin dike hedef



