Di êrîşa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Kîevê de 6 kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
Li Çernivîhîvê jî Rûsya êrişî navenda perwerde ya leşkerî kir, li wir jî 3 leşkerên Ukranayê hatin kuştin.
Îro serê sibehê, Rûsyayê êrîşek bi mûşek û dronan li ser Kîevê, paytexta Ukraynayê, da destpêkirin.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşan de herî kêm 6 kes, di nav wan de zarokek 6 salî jî hebû, hatin kuştin û herî kêm 52 kes birîndar bûn.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê wiha nivîsand:
“Êrîşa moşekî rasterast li avahiyek apartmanan ket.
Di bin kavilan de mirov hene. Êrîş êrîşeke berfireh bû ku paytext Kîev hedef girt.
Îro, cîhanê careke din bersiva Rûsyayê ji bo xwesteka aştiyê ya ku em bi Amerîka û Ewropayê re parve dikin dît.”
Di êrişa Rûsyayê de 6 kes mirin û 52 kes birîndar bûn
Li gel hişyariyên ewlehiyê, niştecihên Kîevê vegeriyan herêma êrîşê û hewl dan ku tiştên xwe yên şexsî berhev bikin.
Serokê Ukraynayê Zelenskyy ragihand ku Rûsyayê ne tenê Kîevê, lê di heman demê de herêmên Dnipro, Poltava, Sumî û Mîkolayiv jî di şevê de hedef girtiye, herî kêm 300 dron û 8 moşek avêtine.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê ragihand ku wî dema pêvajoya aştiyê ya ku dabû Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji 50 rojan heta 8’ê Tebaxê dirêj kiriye.
Trump diyar kir ku heke heta wê rojê pêşveçûnek çêbibe, ew ê cezayan û bacên nû li ser Rûsyayê ferz bikin.
Di êrişa Rûsyayê li çernihîvê de 3 leşkerên Ukranayê hatin kuştin
Di êrîşa çaremîn a kujer a li ser tesîsên leşkerî yên Ukraynayê de di pênc mehan de herî kêm 3 leşker hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.
Li gorî hejmarên fermî, di sê êrîşên berê de herî kêm 46 leşker hatin kuştin û zêdetirî 160 leşker birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kir ku di êrîşê de nêzîkî 200 leşkerên Ukraynî hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Êrîşek bi heman rengî ya Rûsyayê di meha Îlona borî de qewimî, dema ku du mûşekên balîstîk li akademiyek leşkerî ya Ukraynî û nexweşxaneyek nêzîk ketin, zêdetirî 50 kes kuştin û zêdetirî 200 kes birîndar kirin.
Ev êrîş di pênc mehan de êrîşa çaremîn a kujer a li ser tesîsên leşkerî yên Ukraynî bû.
Hejmarên fermî nîşan didin ku di sê êrîşên berê de herî kêm 46 leşker hatine kuştin û zêdetirî 160 leşker birîndar bûne.
NY: Di destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê de 13 hezar û 580 sivîlên Ukraynayê hatine kuştin
Di heman demê de, Rûsya êrîşên xwe yên asmanî li ser hedefên sivîl li Ukraynayê zêde dike.
Hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê roja Çarşemê bi şev 78 dronên êrîşê avêtine.
Herî kêm pênc kes birîndar bûn.
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Ukraynayê radigihîne ku îsal qurbaniyên sivîl ji êrîşên Rûsyayê zêde bûne.
Di nîvê yekem ê sala 2025’an de, 6 hezar û 754 sivîl hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji dema ku Rûsyayê di Sibata 2022’an de dest bi dagirkirina tevahî ya Ukraynayê kir, herî kêm 13 hezar û 580 sivîlên Ukraynayê, di nav de 716 zarok, hatine kuştin.



