Komeleya Mezopotamyayê, xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyan beşa yekemîn a alîkariyên mirovî ji bo mexdûran li Siwêdayê, amade kiriye.
Tê payîn ku îro karwanê alîkariyan bikeve rê, lê komeleyê hê jî dema şandina wê zelal nekiriye.
Karwanê alîkariya mirovî ji 55 ton xurek û ard pêk tê.
Karwan gihaşt Reqayê û tê amdekirina ber bi Siwêdayê ve bi rê bikeve.
Li gorî agahiyan karwan dê li Şamê tev li karwanên alîkariyên ên din yên komeleyên xwecih ên Sûriyeyê bibe, da ku ber bi Siwêdayê ve bikevin rê.
Her wekî Komeleya Mezopotamyayê destnîşan kir ku ev xebat wek beşeke bersiva komeleyê ji bo rewşên dijwar ên li Siwêdayê ye.
Hêjayi bibîrxistinê ku hîna jî karwanên alîkariyan ên Rêveberiya Xweser yên ji bo Siwêdayê, di depoyan de ye û li benda bersivdana hikumeta veguhêz e.



