Profesorê Zanîngeha Zurîhê Hans-Lukas Kîeser têkildarî pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd axivî.
Prof. Kîeser diyar kir ku piştî 7’ê Cotmehê li herêmê guhertinên bi kok çêbûn û got:
“Dibe ku Kurd şêwe bidin pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn.
Ku xwedî wê hêzê ne ku bi projeyên siyasî pêşengiyê ji demokrasiyê re bikin.”
Ji qada navneteweyî piştgiriya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike.
Ev pêvajo bi pêşengiya Rêber Apo ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, hate destpêkirin.
Prof. Kîeser: Pêvajo ji bo demokratîkbûna Tirkiyê firsendeke mezin e
Ji profesorên Zanîngeha Zurîhê Hans-Lukas Kîeser têkildarî pêvajoya di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn, ji ANF’ê re axivî.
Prof. Kîeser got:
Pêvajo ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, firsendek mezin e.
Ji ber vê yekê divê ji bo têkoşîna demokratîk israr hebe.
Tevgera Kurd ji bo çareseriya demokratîk hemû nêzîkatiyên erênî raber kiriye.
Li beramberî wê hîna dewlet di nava dudilî û şîzofireniyê de ye.
“Li beramberî gava tevgera azadiyê hê dewleta Tirk dudilî ye”
Di dewama axaftina xwe de Prof. Kîeser wiha anî ziman:
“Gelo potansiyela demokratîk li kuderê ye?
Bi eşkereyî ez dikarim bêjim ku ez vê yekê bi taybetî di Kurdan de dibînim.
Dema ez projeyên siyasî û rastiyê yên li Rojhilata Navîn tînim berçav, ez di Kurdan de potansiyelek demokratîk dibînim.”
“Kurdên roja îro ne wek yên dema Lozanê ne “
Prof. Kîeser destnîşan kir ku bi temamî ferq di navbera Kurdên di dema Peymana Lozanê de û Kurdên roja îro de heye û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Ez di nava Kurdan de pêşketineke mezin dibînim.
Wê demê Kurd bi hêsanî hatibûn parçekirin, ji ber ku li wir ne projeyên siyaseteke demokratîk ne jî neteweyî, nebû.
Lê niha rewş hatiye guhertin.
Ez dibînim ku Kurd ji bo derbaskirina nebesiyên berê, pêşketinên mezin bi dest xistine.”



