Li Kurdistanê ku dergûşa şaristaniyê û mirovahiyê ye, gelek dever û sembolên dîrokî hene.
Yek ji wan jî Deriyê Aşûr e.
Ev derî li Serava navçeya Wanê ye û ber bi tu derê ve venabe.
Xiristiyan vî deriyê ku firehiya wê 2 û bilindbûna wê zêdeyî 5 metre ye, weke derketina ber bi xwedê ve qebûl dikin. Lê Kurdan jî navê Deriyê Aşûr lê kiriye.
Ev derî yek ji navendên rê û resmê yên herî girîng e. Di cejna paskalyayê de xiristiyan vî derî weke derketina li cem xwedê dibînin.
Derî di dema Ûrartuyan û di zikê zinar de hatiye kolan û li ser nivîsa bi bizmar hatiye nivîsandin heye.
Rojane gelek kes serdana vî derî dikin, gelek rîwayet û çîrok jî li ser tên gotin.



