PYD’ê civîneke berfireh bi rûspî û serokeşîrên Ereb re li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di civînê de geşedanên siyasî li Sûriye û herêmê hatin nîqaşkirin û rola eşîran di rûniştandina jiyana hevbeş û parastina yekitiya civakê hat teqezkirin.
PYD’ê civîn li nivîsgeha Yekîtiya Karkeran a bajarokê Rimêlanê yê bajarê Girkê Legê li dar xist.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewletên Kendava Ereban Sîhanok Dîbo li ser qonaxa siyasî ya ku Sûriye tê re derbas dibe û hewldanên herêmî yên jihevxistina hevgirtina civakî û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, axivî.
Sîhanok diyar kir ku eşîr di pêşxistina projeya neteweya demokratîk de her tim xwedî rol bûn û gelek komployên li dijî yekbûna civakê têk birin.
Rûspiyên eşîran piştgirî û destek dan Rêveberiya Xweser û QSD’ê
Rûspiyên eşîran jî pabendiya xwe ya parastina herêmê, redkirina destwerdanên ji derve û destekdayîna Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina zehmetiyan teqez kir.
Rûspiyan banga zêdekirina hevdîtin û diyalogên di nav pêkhateyan de û pêşxistina rola eşîran di çareserkirina nakokiyan de, kir.
Di dawiya civînê de girîngî bi hişyarkirina civakê û domandina xebata siyasî û civakî ya ji bo parastina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng hat dayîn.



