Çalakiya Rêvberiya Xweser a Şengalê ku di sûka kevin a Şengalê de hatiya destpêkirin di roja 7. de dewam dike.
Beşdariyên çalakiyê li ser 11′ emîn salvegera fermanê axivîn û gotin:
“Bi saya şehîdan îro em li ser axa xwe ne lewma pêwîste keda me ji bîr nekin û bibin yek.
Der barê mijarê de çalakvanê bi navê Şêx Berekat wiha got:” Berî 11 salan li ber çavên me ferman bi ser wan de hat û dengê xwe nekirin.
Ji dewleteke ku li ber çavê wê gelê wê were qirkirin û dengê xwe neke, emê çi hêvî bikin?.”
Evîn Xêro jî diyar kir ku bi îxaneteke mezin Şengal radestî DAIŞ’ê kirin û wiha anî ziman:
“Gelê me hîn di koçberiyê de ye, lê heta niha tu kesî negotiye ka em bibînin kî bû sedema fermanê.”
Îsak Helêqê jî li ser hemann mijarê wiha anî ziman :
“Di salvegera fermanê de gelek berpirs ji bo propagandaya xwe bikin, serdana Şengalê dikin, lê tu kes ji wan nayê cem malbatên şehîdan. Ev dide diyarkirin ku tiştek ji bo me nehatiye kirin.”
Ferîde Fêsel jî destnîşan kir ku ew bi xwe li keda şehîdan xwedî derdikevin û got:
“Ji bilî ku em li keda şehîdan xwedî derkevin, tiştekî din tune ku em bikin.
Tenê lazime em bi hev re destê xwe bidin hev.”



