Nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack got ku Wezareta Derve ya Amerîkayê, Sûriyê ji lîsteya dewletên ku piştgiriya terorê dikin dernaxe.
Bi gotina Barrack wê Amerîka li Rêveberiya Ehmed El-Şeri binêre û li gor wê biryarê bide.
Nûnerê Amerîkî got ku derxistina Sûriyê ji lîseteya dewletên ku piştgiriyê didin terorê bi şêwazê Rêveberiya Ehmed El-Şeri ve girêdayî ye.
Barrack eşkere kir ku kiriyarên hovane ku komên şerker li ser erdê dikin desthilata hikûmetê qels dike û teşeyê rejîmê berbelav dike.
Her wekî Barrack diyar kir ku destwerdana Israîlê di nava axa Sûriyê de, rewşê tevlîhev dike, çimkî heta niha lihevkirina di navbera Şam û Til Evîvê de çênebûye.
Derheqê kuştina welatiyekî amerîkî li Siwêdayê jî Barrack diyar kir ku hikûmeta veguhêz hevkariya wan dike û dê sûcdar were naskirin û cezakirin.



