Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul piştî gera xwe ya li Îsraîlê û li Şerîa Rojava ya di bin rêveberiya Filistînê de jî hevdîtin kiribû, ragihand ku ti planeke dewleta wan a ji bo naskirina dewleta Filistînê tine ye.
Rayedarên Îsraîlê li hemberî pêşniyara ku li dijî çalakiyên yekalî yên Îsraîlê bi naskirina dewleta Filistînê dikare bersiv bê dayîn nerazîbûn nişan dabûn.
Beriya vê Johann Wadephul gotibû çareseriya mayinde encax bi modeleke du dewletî dikare pêk were.
Wadephul got,
“Ji bo Almanyayê naskirina dewleta Filistînê di dawiya vê pêvajoyê de cih digire.
Encax, divê pêvajoyeke wisa tavilê dest pê bike.”
Berevajî Almanyayê 15 welatan berê gotibûn ew ê dewleta Filistînê erê bikin.
Dewletên weke Andorra,Avustralya,Kanada,İspanya,Finlandiya û Fransa, ragihandin ku ew dewleta Felestînê nas bikin.
Her wekî İzlanda,İrlanda, Luksemburg,Malta,Yeni Zelanda, Norveç, Portekiz û San Marino, erêniya xwe ji bo heman biriyarê ragihandin.



