Wezîra Karê Derve ya Filstînê diyr kir ku naskirina dewleta Filistînê ne xelateke ji tevgera Hemasê re ye û ragihand ku tu destnîşan wan li gel tevgerê tune ye.
Wezîra Karê Derve ya Filstînê Farsîn Axa Bekiyan ji ajansa El-Erebiya Inglîz re axivî.
Farsîn diyar kir ku armanca wan ya sereke şer bidin rawestanidn û jiyana xelkê Xeza rizgar bikin û got:
“Amerîkayê ku bixwaxe dikare şer rawestîne.
Em hêvî dikin nûnerê Amerîkî Steve Witkoff wêneyên rasterast yên Xezayê bigihîne aliyên pêwendîdar.”
Her wiha Farsîn destnîşan kir ku cezayên Amerîkî yên li ser rayedarên Filistînî nabin asteng ji bo xebata wan ya siyasî û doplmatîk.
Farsîn got , pabendbûna bi qanûnê re tekane rêya gihîştina aştiyê ye, emê beşdarî Konferansa meha Îlonê bibin.



