Serokê Rûsyayê Putin û Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko bi hev re civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Têkildarî şerê Rûsya-Ûkraynayê daxuyaniyên kritik dan.
Putin diyar kir ku artêşa Rûsiyayê li hemû aliyan li Ûkraynayê bi pêşde ve diçein û got:
“Tenê daxwazek welatên Rojavayî heye, ew jî ew e ku berdêlê wê çi dibe bila bibe vê pêşdeçûna me bisekinînin.”
Pûtîn anî ziman ku pêwîstiya wan bi aştiyeke mayinde heye û wiha got:
“Aramiya herêmê yekser girêdayî ewlekariya Ewropayê ye.
Hêvîdar im Rûsya û Ukrayna wê karibe ji bo nîqaşa li ser şertên lihevkirinê komên xebata hevpar ava bikin.”
Dîsa kesên ku ji ber hevdîtinên aştiyê miradê wan di ber wan de mabe hebe (mebest Serokê DYA Donald Trump e) ev ji ber bendewariyên wan ên nepixandî ye.”
Serokê DYA Trump ji ber ku muzakereyên aştiyê yên Rûsya û Ûkraynayê encam negirtibûn diyar kiribû wî peywendiya xwe li gel Pûtîn qut kiriye û ji bo ku cezayên nû li Rûsyayê bisepîne 10 rojan wext dide Rûsyayê.
Putin got ew hêvî dike hevdîtinên li gel Ukrayna bidome, her wiha destnîşan kir ku hedefên Rûsyayê yên li Ûkraynayê neguherîne.



