Rewşenbîrên bajarê Dirbêsiyê li ser bangên hemû beşên civakê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo dîtina Rêber Apo nêrînên xwe anîn ziman.
Di destpêkê de Endamê Yekitiya Rewşenbîran ya bajarê Dirbêsiyê Mihemed El Hisên diyar kir ku fîlozofê neteweya demokratîk Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê kir navendek ji bo pêkanîna aştiyê li cîhanê
El Hisên destnîşan kir ku Rêber Apo fîlozofekî mezin e û mirov dixwazin bi kesayetên wiha re bicivin û bibînin.
Her wiha Berdevka Nivîsgeha Jinan ya Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Stêra Îyo jî daxaza hevdîtina bi Rêber Apo re anî ziman û got:
“Ez bi kelecan dixwaze Rêber Apo bibîne, pê re sohbet bike, fikir û zanînê ji nîqaşên wî wergire.
Stêra Îyo bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo û wiha got:
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo kiriye, xwînrijandin sekinand û rêya pratîzekirina siyaseta demokratîk ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixin, vekir.”



