Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan derbarê komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de li meclisê hatiye avakirin de axivî.
Bakirhan diyar kir komîsyona bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye û divê erka wê pêçandina bîrînên berê be.
Tûncer Bakirha li Enqerê di civîneke ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate lidarxistin de axivî û behsa girîngiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kir.
Bakirhan diyar kir komîsyon bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ye û wiha got,
“Divê erka vê komîsyonê pêçandina birînên berê be. Divê baweriya îro ava bike. Her wiha ji bo pêşerojê divê vîzyoneke hevpar diyar bike.
Eger komîsyon bi ser bikeve wê 86 mîlyon bi ser bikeve, wê demokrasî bi ser bikeve.”
Her wiha Bakirhan da zanîn zimanekî li gorî Banga Aştî û Civaka Demokratîk hê nayê bikaranîn û got, “Lê belê em hewl didin bi civak, gel û kedkaran re vê bi ser bixînin.”



