Rûspiyên herêma Cizîrê îro li Amûdê li hev civiyan û rewşa herêmê û pêşketinên dawiyê niqaşkirin.
Rûspiyan banga xurtkirina hevgirtinê û aştiya navxweyî kirin û pişgirî dan QSD’ê.
Meclisa Bajarê Amûdê û Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Cezîrê, li ser pêşketinên li herêmê civîn li darixistin.
Nûnerên eşîran, endamên saziyan û endamên Hêzên Ewlekariya hundirîn beşdarî civînê bûn.
Endamê Meclisa Gelan a Demokratîk Îmad Mecwil axivî û bal kişande li ser girîngiya xurtkirina aştiya navxweyî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de.
Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf destnîşan kir ku desthilata niha heman kiryarên rejîma Baasê dubare dike û banga yekitî û hevgirtinê li pêkhateyên civakê kir.
Ji Rêveberên TEV-DEM’ê Nasir Deqorî jî diyar kir ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê, divê piştgiriya QSD’ê û hêzên ewlekariya hundirîn bê kirin.



