Li bajarê Kobanê ji bo vekirina Dibistana Mûzîk û Stranê, di 1`ê Tebaxê de dest bi tomarkirinê dibe û di Îlonê de dibistan tê vekirin.
Ji 1ˊê Tebaxê heta 15ˊê Tebaxê ve li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê dest bi tomarkirina xwedekaran dibe. Wê di 16, 16 û 18ˊê Tebaxê de jî dest bi testa qebûlkirinê ya der barê agahiyên xwendekaran ên mûzîk û stranê de were kirin. Di Îlonê de li taxa Şehîd Barîn (Taxa Nû) dibistan tê vekirin.
Ji xwendekarên 12 heya 18 salî dikarin xwe li dibistanê tombar bikin. Dê mamosteyên pispor xwendekaran li ser amûrên mûzîkê perwerde bikin.
Girêdayî mijarê mamosteyê mûzîkê yê ji bajarê Kobanê Hisên Xanî ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.
Xanî diyar kir ku wan ev xebat beriya sê salan pêşkêşî Desteya Çandê ya Kobanê kir û got: “Di destêpêkê de me serdana dibistanên bajêr kir.
Temenê zarokên werin qebûlkirin ji 12 heya 18 saliyê ne. Em ê li ser hemû cureyan perwerdeyê bidin xwendekaran. Em ê di aliyê fikir de, bi rêya mûzîk û pratîkî xwendekaran perwerde bikin.”
Xanî da zanîn ku armanc ji vê xebatê ew e ku zarok fêrî mûzîk û stranan bibin û ev tişt got: “Hêv û armanca me ew e ku em zarokên xwe fêrî Orkêstra bikin. Bi hêvî ne hemû zarokên ji hunerê hez dikin berê xwe bidin Dibistana Mûzîk û Stranê.”



