Rêberê Civaka Durziyan Şêx Hikumeta El-Hicîr bang li komên durziyan kir ku vekişin û vegerin xalên xwe yên berê.
Şêx Hikmet El-Hicrî ji şervanên xwe yên ku bi pêş de çûne û çend derver jî bi dest xistine xwest ku li xalên xwe yên parastinê vegerin.
Her wiha bang kir ku hîn bêtir xalên berê xurt bikin da ku karibin rê li ber êrişan bigirin.
El-Hicrî ferman da ku divê tu kes bêyî koordîneya bi odeya operasyonan re tev negerin.
Hikmet El-Hicrî bang li xelkê kir di vê dema niha de dev ji malê xwe bernedin û rewş di bin kontrolê de ye.



