Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê dest bi xweperwerdekirina li ser manîfestoya “Civaka Aştî û Civaka Demokratîk” kirin.
Xebatkarên Çand û Hunerê yên Mexmûrê ev demeke xwe li ser manîfestoyê perwerde dikin.
Hevserokê Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî li ser rewşa rêxistinî ya perwerdeyê disekine, wiha got:
Me pêwîstî pê dît ku li ser vê manîfestoyê perwerdê bibînin û em ê hewl bidin di pêvajoya nû de wê bixin şêwazê jiyana xwe ya nû.
Her wiha Bilehî diyar kir ku wê ev perwerde li hemû saziyên wan were dayîn.
Di dawiya Elî Bilhî tekez kir ku ew ciwanên xwe ji bo pêşerojê amade dikin, ji ber ku pêşeroja wan êdî dê li gorî wê manîfestoyê be.


