Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûr Fermana 74’an ku di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Êzidiyên Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate pêkanîn, Bi daxuyaniyekê bi tundî şermezar kirin û şehîdên fermanê bibîr anîn.
Daxuyanî bi amadebûna gel re bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanê şehîdan destpê kir.
Piştre Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman axivî û got:
“Civaka Êzidî her tim bi komkujiyan re rûbirû ma ye. Koma gerîlayan ya ji 12 siwariyan pêk dihat, civaka Êzidî ji komkujiyek mezintir rizgar kir û bi hewara gel ve çûn. Ji wê rojê û şûnde civaka Êzidî ya Şengalê di nava berxwedanek bêhempa de ye.
Em wek xelkê Mexmûrê heta dawî piştevanê gelê xwe yê Şengalê ne.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedan Şengalê’ bidawî bû.



