Li bajarê Tebqayê Hêzên Erka Xweparastinê di Navenda Çand û Hunerê de, civîneke berfireh li dar xist.
Di wê civînê de soza şopandina têkoşînê hate dayîn û teqezî li yekitiyê hate kirin.
Şervanên hêzê û rûspiyên êlên bajêr tev li civînê bûn.
Nûrî Mehmûd: Projeya demokratîk xwe îsbat kir ku tevahî Sûriyan hemêz dike
Di civînê de fermandarê giştî yê Hêzên Erka Xweparastinê Nûrî Mehmûd axivî û got:
“Projeya demokratîk a ku bi xwîna zarokên vê axê hate avakirin, îsbat kir ku dikare tevahî sûriyan hemêz bike.
Ev jî bû model û parastina wê jî, erka hêzên leşkerî û gel e.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Hamid El Ferec jî desnîşan kir ku ji ber vê mîrasa têkoşînê, Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ya komker e ku avakirina Sûriya demokratîk armanca wê ye.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem Hannan jî diyar kir ku gelê herêmê rûmet û azadî ji xwe re kiriye rê.



