Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwazên şêniyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir dibin
Di vê çarçoveyê de şêniyên Til Koçer jî diyar kirin ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêvajoya aştiyê sernakeve û wiha gotin:
“Rêbertî misogeriya bingehîn a pêkanîna aştî û demokrastiyê ye.”
Şêniyê bi navê Mihemed Mihêmîd di vê der barê de destnîşan kir ku fikir û felsefeya azad a Rêber Apo rêbaza bigehîn a jiyanê ye û wiha got: “Tecrîda li Îmralî rola Rêbertî ya serxistina pêvajoya aştiyê asteng dike.
Baweriya me ya bê dawî bi Rêber Apo û bîrdoziya wî heye.”
Şêniyê bi navê Salim El Hemîd jî birbîr xist ku gavên Rêber Apo avêtine her tim bi zelalî û rastî pêk hatine û ev tişt anî ziman:
“Gelek însyatîfên aştiyê dane destpêkirin. Rêber Apo berpirsyariyên xwe ji bo serxistina pêvajoyê, bi cih tîne, lê dewleta Tirk bi cidiyet nêzî mijara Kurd nabe.”
Jina bi navê Fatma Xelef Sultan jî da zanîn ku girîng e Rêber Apo di nava gelê xwe de be û wiha got:
” Ji bo Aştiyê hebûna Rêber Apo ya di nav civakê de gelekî girîng e.
Ew tenê dikare rêya aştî û demokrastiyê bi rê ve bibe.”



