Di fermana 3’ê Tebaxê sala 2014 de gelek çîrokên qehremanî û mêrxwaziyê hatin nivîsandin.
Yek ji wan çîrokan jî ya Ş. Pîr Çeko ye.
Ew bi xwe pêşmerge ye. Dema ku dibîne pêşmerge Şengalê naparêzin û Êzdiyan di nava lepên çeteyên DAIŞ’ê de dihêlin, ji nava pêşmergeryan derdikeve û li dijî DAIŞ’ê şer dike û şehîd dibe.
Şehîd Pîr Çeko ji malbata xwe re dibêje:
“Eger ezê şehîd bikevim bila dengê min li dinê bimîne.” û tevlî nava YPŞ’ê dibe.
Dayîka şehîd Pîr Çeko diyar kir ku kurê wê bi coşek mezin tevlî şerê li hember DAIŞ’ê ya li Reqayê bû û gelek jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgarkirin.
Şehîd Pîr Çeko di 27’ê Sibata 2023’an di encama êrişa balafira dewleta Tirk de şehîd bû.



