Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hemade diyar kir ku dan û stenên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de dê bi piştgiriya Rêveberiya Serokê Amerîka Doland Turamp di vê mehê de bi rê ve biçin. Hemade got, QSD’ê hêzeke sereke di pêkanîna siberojeke aram a Sûriyeyê de ye.
Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hemade bi rêya dîmen bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Endama Fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn re axivî.
Hemade der barê mijarê de peyameke li ser malpera xwe ya X’ê belav kir. Di peyamê de da got “Ev zêdeyî deh sal in QSD’ê parastina beşê bakur û rojhilatê Sûriyê kiriye. Nimûneyek ne navendî saz kiriye, tê de Xiristyan, Ereb, Kurd û ji bilî wan hatine parastin .”
Hemade di berdewama peyama xwe de destnîşan kir ku dan û stendinên di navbera QSD’ê û hikûmeta veguhêz de wê li Parîsê bi piştgiriya serokê Amerîka di vê mehê de dewam bikin.
Endamê Kongreya Amerîkayê Abraham Hemade bibîr xist ku kenalên welatê wî bi hemû aliyên sûriyeyî re vekirîne. Hemade, di dawiyê de spasiya xwe ji Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê yên hîn di gera li cenazeyê welatiya Amerîkî Karila Moler, de hevkar in, pêşkêş kir.
Dan û standinên QSD û hikumeta veguhêz dê bi piştgiriya Trump berdewam bikin



