Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM), ragihand ku zêdeyê 50 cenazeyên koçberan li peravê başûrê Yemenê hatine dîtin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Yekşemê, keştiyeke ku koçberên Etiyopyayî hildigirt li peravên Abyan a Yemenê noqî avê bû.
Di bûyerê de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 70 kes winda bûn û tenê 12 kes sax man.
Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Li gel şerê navxweyî, Yemen ji bo koçberên ku hewl didin ji Efrîkayê derbasî welatên Kendavê bibin rêyeke sereke ya derbasbûnê ye.
Qaçaxçiyên mirovan hewl didin ku koçberan bi keştiyên xeternak û qerebalix derbas bikin.



