Binpêkirn û sûcên li deverên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê zêde dibin.
Hunermend Diyala Sulhî El Wadî li mala xwe ya li Şamê û rojnamevan Kindî El Edayî li Dêrazorê kuştî hatin dîtin.
Şevê din hunermenda sûriyeyî Diyala Sulihî El Wadî di mala xwe ya li taxa Malikî ya Şamê de kuştî hate dîtin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, sûcdaran heta devê deriyê malê dan dû Diyala, dûre bi ser malê de girt û ew qetil kir.
Desthilatên hikumeta veguhêz heta niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.
Diyala El Wadî keça mûzîkjenê Sûriyeyî Sulhî El Wadî ye ku damezrînerê Peymangeha Bilind a Mûzîkê li Şamê ye.
Tevî nasnameya Sûriyeyî, nasnameya iraqî û brîtanî jî bi Diyala re hene.
Rojnemevan Kindî El Edayê li mala xwe ya li Dêra Zorê hat kuştin
Çalakvan û rojnamevan Kindî El Edayê ku nêzî du meh li Almanyayê vegeriya bajarê xwe, duh li mala xwe ya li taxa Cora ya li bajarê Dêrazorê darvekirî hat dîtin.
Der barê mijarê de agahiyên zêde nehatin bidestxistin.



